1. Rojên Fîlmê Kurd ên Bochumê
ALÎ GULER - BOCHUM 01.05.2014 07:32:25 Di 1. Rojên Fîlmê Kurd ên li Zanîngeha Ruhr a Bochumê hat lidarxistin de, bi dehan xwendekar hatin cem hev. Di çarçoveya Rojên Fîlman de promiyera Almanya ya fîlmê Kurd ê xwedî xelat 'Qewirandina ji Bihuştê' hat kirin. Di çarçoveya rojên fîlman de fîlmên derhênerên Kurd Hisham Zaman, Ferît Karahan û Karzan Kader tên nîşandan.
'EM FÎLMÊN KURD NÎŞANÎ EWROPIYAN DIDIN'
Axaftina vekirinê ya rojên fîlman ji xebatkarên YXK'ê Sema Kocatepe kir û bal kişand ser girîngiya Rojên Fîlmên Kurd ên li Ewropayê. Kocatepe got, "Huner di têkoşînê de xwedî cihekî girîng e. Em di haya vê de ne. Em dixwazin fîlmên Kurd ne bigihêjînin temaşevanên Ewropî hem jî Kurdan. Kêm be jî em bi ser dikevin."
Li dû axaftina vekirinê fîlmê Ferît Karahanli yê bi navê "Qewirandina ji Bihuştê" hat nîşandan. Di çarçoveya rojên fîlman de koma muzîkê ya bi navê Koma Amargî jî berhemên xwe pêşkêş kir.
Bernameya îro û sibê ya Rojên Fîlmên Kurd ên Bochumê wiha ye:
ÎRO
-Asya(Kurte fîlm, saet: 18:00)
-Bêkes(Fîlmê demdirêj, saet:18:30)
-Zimanê min ê dayikê li ku ye(Dokûmanter, saet:20:30)
SIBÊ
-Dom(Kurte fîlm, saet:18:00)
- Before Snowfall(Fîlmê demdirêj, saet:18:15)
-Çil Mîdye(Fîlmê demdirêj, saet:20:30)